PoliticsTop

“Kar berdewam in:” Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê derbarê misyona muhtemel a RPEK de

Helwesta aliyên ermenî derbarê misyona muhtemel a RPEK ya li ser sînorên navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de, ji aliyê Wezîrê Derve yê Komara Ermenîstanê ve, di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de, ku roja 20ê Adarê li Moskowayê piştî civîna Wezîrên Derve yên Ermenîstan û Rûsyayê hat derbaskirin, hat pêşkêşkirin. Xebat berdewam in. Ev yek ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê ve hat ragihandin.

Nûnerê fermî yê Wezareta Derve ya Rûsyayê çend roj berê ragihandibû, ku şert û mercên şandina misyona RPEK bo sînorê Ermenîstan û Azerbaycanê girêdayî Êrîvanê ye, top li qada Êrîvanê ye. “Radio Liberty” ji Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê pirsî, ka helwesta fermî ya Êrîvanê di vê mijarê de çi ye, gotûbêjên ku ji aliyê wezîr Ararat Mîrzoyan ve hatiye ragihandin di kîjan qonaxê de ne û eger Ermenîstan şandina mîsyona çavdêriya RPEK red neke, kengê , li kîjan devera Ermenistanê tê plankirin?

Di 20ê Adarê de, di konfêranseke rojnamevanî ya hevbeş de bi Sergey Lavrov re li paytexta Rûsyayê, Ararat Mîrzoyan careke din tekez kir, ku mîsyona Yekîtiya Ewropayê li Ermenîstanê bi taybetî xwezayê sivîl e, di heman demê de wî tekez kir ku peyvajoya mijara vekişîna ji mîsyona RPEK li ser sînorê Ermenîstanê ne rast e, ji ber ku Êrîvanê dest ji misyonê berneda, li ser wê kar berdewam in.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button