All NewsTop

Serokwezîrê Romanyayê şandina şandeya çavdêriya Yekîtiya Ewropayê li Ermenistanê pêşwazî kirîe

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan li Bûkreştê bi Serokwezîrê Romanyayê Nîkolaê Çûkaê ra li ser rewşa ewlekariya herêma Behra Reş axivîe.

Serokwezîr Nîkolayê Çûka Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan ê ku bi serdaneke fermî li Romanyayê ye, li Qesra Vîctorîa qebûl kirîe.

Di hevdîtinê de rewşa ewlehiyê ya li herêma Behra Reş ya berfireh a ku di encama şerê Rûsyayê li Ukraynayê derketiye holê, bûyerên piştî şerê 44 rojî yên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de qewimîn û geşedanên pêvajoya aştiyê li herêmê gotûbêj kirine.

Serokwezîr Çûka bal kişand ser girîngiya gavên ber bi îstiqrar û aştiyê li herêmê û piştgiriya xwe ya temam ji bo pêvajoya aştiyê ya ku ji aliyê Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl ve hatiye destpêkirin û beşdarbûna şandeya çavdêriyê ya Ewropayê li Ermenistanê da xuyakirine.

“Divê pêvajoya aşitiyê ber bi pêş ve biçe û rewşa herêmê li ser esasê qanûnên navneteweyî û rêzgirtina li serwerî, yekparçeyiya axê û serxwebûna hemû dewletan bê çareserkirin.”  – gotîe serokwezîrê Romanya.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button