PoliticsTop

Noteke din a protestê ya Îranê ji Azerbaycanê re: Nakokiya Tehran û Bakûyê her ku diçe qurtir dibe

Tehranê notayeke nû ya protestê ji Bakûyê re şand. Vê carê jî sedema daxwaza hesabpirsînê weşanên çapemeniya Azerbaycanê ne. Îran hişyariyê dide Azerbaycanê derbarê encamên xisar ên kiryarên bêhurmetî. Beriya wê, Tehranê ji Bakûyê hesab xwestibû ku li ser bernameyên hevpar ên stratejîk ên Azerbeycan û Îsraîlê. Komploya, ku Îsraîl li ser xaka Azerbaycanê li dijî Îranê amade dike: Tehrana fermî bi vî rengî bertek nîşanî plana dijî Îranê da. Hevdem ligel van geşedanan, pisporên Îranî jî dest bi axaftinê kirine û behsa îhtîmala avakirina tifaqeke leşkerî-siyasî ya Îran û Ermenîstanê kirine.

Analîstên ermenî diyar dikin, ku ev gotûbêj li Îranê bi taybetî li hember pêşdeçûna artêşa Azerbaycanê li Syunikê çalaktir bûne.

Zanyarê navneteweyî Grîgor Balasanyan: “Divê em jî ji vê derfetê sûd werbigirin ji bo pêşxistina têkiliyên xwe yên bi Îranê re, di warê leşkerî-teknîkî, tetbîqatên leşkerî yên hevbeş û operasyonên din de, û di her kêliyê de amade bin, ji bo rûbirûbûna metirsî û felaketa, ku gav bi gav ber bi sînorên me ve diçe.”

Gotûbêjên Îranê yên li ser pêkanîna hevpeymaniyeke leşkerî-siyasî di navbera Îran û Ermenistanê de jî bersivek e li ser plana pêkanîna hevpeymaniyeke dijî Îranê di navbera Îsraîl û Azerbaycanê de.

Hêjayî bîrxistinê ye, ku roja 29ê Adarê, serokê wezareta derve ya Îsraîl ê Elî Kohen, bi kurtî encamên kombûna digel hevtayê xwe yê Azerbaycanê, Jeyhun Bayramov, dîyar kiribu, ku divê Îsraîl û Azerbaycan bi hewlên hevbeş rûbirûyê Îranê bibin.

Nûnerê fermî yê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Nasîr Kananî jî di bersivê de got, ku ew hevkarî “komplo” ye ku Îsraîl li ser axa Azerbaycanê li dijî Îranê amade dike û ji Bakûyê daxwaza ronîkirina Bakûyê di derbarê avakirina “bereke yekgirtî ya dijî Îranê” de.

Piştre Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsîbû, ku Azerbaycan ji bersivdayînê dûr dikeve û bêdengî nîşana rêkeftinê ye. Kananî her wiha bal kişand ser wê yekê ku Wezareta Derve ya Azerbaycanê ji bilî dûrketina ji bersivê, tohmetên nû jî li Îranê dike.

Îranolog Vardan Voskanyan amaje bi wê yekê dike, ku Bakû cesaret nîne rasterast bersiva pirsên Tehranê bide.

Ji kabîneyên leşkerî yên Bakûyê jî daxuyanî hatin dayîn. Wezîrê Parastinê yê Azerbaycanê diyar kir, ku mafê kesî nîne gefan li welatê wî bike. Helbet armanca axaftinê Îranê û ev yek ji aliyê medyaya Îranê ve hatiye belgekirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button