
Berpirsiyarên payebilind ên Komara Ermenîstanê gelek caran diyar kirin, ku Ermenîstan dixwaze saziyek garantor dike, ku bikeve nav peymana aştiyê ya Ermenîstan û Azerbaycanê. “Radar Armnia” serî li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Ermenîstanê da û hewl da, ku bizanibe ku Amerîka di vê mijarê de xwedî çi helwestê ye û gelo ew amade ye ku rola garantorê peymana aştiyê bigire ser xwe.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Komara Ermenîstanê bersiv da. “Amerîka ji bo pêşxistina pêşerojeke aştiyane, demokratîk û bextewar ji bo herêma Kafkasya Başûr pabend dimîne. Diyaloga rasterast ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bidestxistina aştiya mayînde girîng e. Em bi şirîk û di nav rêxistinên piralî de, ji bo hêsankirina gotûbêjên di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de, da ku ev welat karibin bigihîjin aştiyek mayînde, domdar û bihêz, em di formek dualî de mijûl dibin. Nakokî çareseriyeke leşkerî çênabe û çareseriya nakokiyan bi bikaranîna hêzê jî nayê qebûlkirin.”