PoliticsTop

Hewldanên Azerbaycanê yên ji bo xeniqandina Artsaxê bi tevayî bêçalakîbûna civaka navneteweyî tê: Babayan

Hewldanên Azerbaycanê yên ji bo xeniqandina Artsaxê bi tevayî bêçalakîbûna civaka navneteweyî tê. Şêwirmend-nûnerê erkên taybet ên Serokê Komara Artsaxê Dawîd Babayan, li ser hewildanên Azerbaycanê yên ji bo pêşveçuîna li beşa Stepanakert-Lisagorê de , ev yek ragihand.

“Azerbaycan hewildanên nû dike, ku careke din xelkê Artsaxê şok bike û şert û mercên bê tehemmul biafirîne. Tiştê, ku Azerbaycan dike binpêkirina hovane ya daxuyaniya 9ê Çiriya Paşina 2020an e. Bi baweriya min, dema wê hatiye ku Rûsya û civaka navdewletî bi kêmanî di warê siyasî de gavên guncaw bavêjin. Kiryarên Azerbaycanê binpêkirina eşkere ya hemû pîvanên qanûnî yên muhtemel e:” got Babayan.

Wî bal kişand ser wê yekê, ku li pişt van hemûyan de “meha hingivê” ya din di navbera hin welatên Ewropî û Azerbaycanê de pêk tê. “Di dema, ku li Artsaxê jenosîdek rastî tê kirin, ev e. Ew welatên Ewropî nirxên exlaqî kirine biha, ev pirsgirêka herî mezin a cîhana medenî ya niha ye. Her tim hebû, lê niha gihiştiye asteke tund:” Şêwirmend-nûnerê erkên taybet ên Serokê Komara Artsaxê bi dawî kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button