
Li Ermenîstanê qedexe dikin ku krêdîta bi perên başqe bidin.Wextê civîna parlamêntêye duh hatîye dîyarkirinê, wekî nava wê qanûnêda guhartin hatine kirinê.
Derheqa wê yekêda serokê komîsîya pirsên byûcêyê û fînansa Gêvorg Papoyan xeberdaye. Bi gotina wî, bi hesabhildana pêwîstîya çareserkirina qewînbûna sîstêma fînansî û usa jî bi hesabhildana rîskên fînansî, sîyasî û êkonomîkî gerekê wan krêdîta bi dolara yan jî yûro nedin.Hatîye dîyarkirinê, wekî van axirîya krêdîtên wî cûreyî zêde bûne û heger bahê dolar û yûro bilindbe, wî çaxî pirsgirêkên mezin dikarin pêşda bên.
Di van demên dawî de, wekî ku wekîl anî ziman, qebareya deynên bi Euro û Dolar têne dayîn gelek zêde bûye. “Û heke nirxa van diravan pir zêde bibe, deyndêr dê pirsgirêkên cidî hebin.” – parlamêntar diyar kir.