PoliticsTop

Alen Sîmonyan wê hefteya bê bi serdaneke xebatê here Almanyayê

Serokê Meclîsa Neteweyî Alen Sîmonyan, heyeta di bin serokatiya Alîkara Serokê Koma Dostaniya Almanya-Başûra Kafkasyayê ya Parlamenta Almanyaê Tabêa Ryosner de, qebûl kir.

Wek ku “Armenpress” ji peyama Meclisa Netewî ya Komara Ermenîstanê zanî Alen Sîmonyan da zanîn, ku ewê hefteya bê bi serdaneke kar li Almanyayê be. Wî destnîşan kir ku Almanya di nav welatên Yekîtiya Ewropayê de hevkarê herî mezin ê bazirganî û aborî yê Ermenîstanê ye û bal kişand ser alîkariya Almanyayê ji bo rojeva demokrasiyê ya Ermenîstanê. Her wiha li ser pêkanîna Peymana Hevkariya Berfireh a Yekîtiya Ewropa-Ermenîstanê û di vê mijarê de desteka Almanyayê jî hat destnîşankirin.

Di civînê de pirsgirêkên ewlekariya herêmê û Ermenîstanê bi berfirehî hatin gotûbêjkirin. Hevkarên Alman diyar kirin ku mîmariya ewlehiyê li cîhanê her roj diguhere û dibe sedema vesazkirinên nû.

Pirsgirêkên mirovahî yên ji ber şerê 44 rojî yên sala 2020’an derketî, encamên krîza Laçînê hatin nîqaşkirin.

“Di 22’ê Sibata 2023’an de Dîwana Edaletê ya Navneteweyî li dijî Azerbeycanê biryareke qanûnî da û ew neçar kir, ku ji bo gera bênavber a mirovan, bar û wesayit di her du aliyan de di ser Korîdora Laçîn re tevdîr bigire.”

Alen Sîmonyan bi bîr xist, ku piştî biryara Dadgehê, di 5ê Adarê de komeke tawankar a Azerbeycanê li dijî polîsên Qerebaxê êrîşek pêk anî û di encamê de 3 welatiyên Qerebaxê jiyana xwe ji dest dan.

Wî bal kişand ser wê yekê, ku em li bendê ne ku hevkarên Alman gavên aktîf bavêjin ji bo ku Azerbaycan yekser biryara dadgehê bi cih bîne.

Serokê Meclîsa Neteweyî , spasiya hikûmeta Almaniyayê kir, ku piştgiriya biryara şandina şandeke nû ya çavdêriya demdirêj a Yekîtiya Ewropayê li Ermenîstanê kiriye û diyar kir, ku di wê baweriyê de ye ku ew wê roleke girîng di pêkanîna aştî û ewlehiyê li herêmê bilîze.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button