
Ararat Mîrzoyanê wezîrê Ermenîstanêyî K’D 20-ê meha adarê Moskvayêda wê r’astî Sêrgêy Lavrovê wezîrê Ûr’isêtêyî K’D bê.
Derheqa vê yekêda Anî Badalyana k’ativa wezareta CE-ye K’D-e çapgerîyê e’lamî “Armênprês”-ê kir.
Wexta qisa çapgerîyêye 14-ê meha adarê qewimî Nîkol P’aþînyanê serekwezîr e’lamkiribû, wekî van r’oja wezîrê CE-yî K’D wê qesta Moskvayê bike, k’îderê wê r’astî wezîrê T’Û-yî K’D bê. Marîa Zaxarova wek’îla wezareta T’Û-ye K’D-e r’esmî e’lamî r’ojne’mevana kiribû, wekî k’arê serdana wezîrê Ermenîstanêyî K’D-e li Moskvayê tê kirinê.