All NewsTop

Eger Alîyêv naxwaze bibe êrîşkarekî navneteweyî, gere korîdora Laçînê veke. Rasmûssên

Di rewşa afirandî de, dema ku Azerbaycan tevî biryara dadgeha navneteweyî jî bloka Qerebaxê berdewam dike, divê YE zexta li ser Azerbeycanê xurtir bike. Andêrs Fog Rasmûssên, serokê berê yê NATOyê, serokê damezrîner ê rêxistina şêwirmendiya siyasî ya navneteweyî Rasmussen Global di axaftina xwe de bi rojnamevanan re ragihandîe.

“YE di warê enerjiyê de bi Azerbaycanê re lihevkirinek çêkir û ev yek ji bo nîqaşkirina mijarê dikare bibe platformek krîtîk. Dibe ku Serokomar Îlham Alîyêv jî bi qasî Pûtîn otokrat be, lê ez bawer nakim ku Serok Aliyev jî bixwaze xwe di heman rewşa Serok Pûtîn de bibîne û bibe êrîşkarekî navneteweyî. Ji ber vê yekê ez careke din bang li Aliyev dikim ku bloka Qerebaxê veke.” – Rasmûssên gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button