PoliticsTop

YE bang li Azerbaycanê dike ku di Korîdora Laçînê de azadî û ewlehiya tevgerê garantî bike

Yekîtiya Ewropî nîgeran e ku berdewamiya binpêkirina azadiya tevgerê bi rêya Korîdora Laçîn bandorê li mafên mirovan li Qerebaxê dike, di nav de mafên tenduristî, perwerdehî û xwarinê. Ew ji hêla malpera fermî ya YE ve hatî ragihandin.

“YE bang li rayedarên Azerbaycanê û hemû berpirsyaran dike ku li gorî daxuyaniya sê alî ya 9ê Çiriya Paşina 2020an, azadî û ewlehiya tevgerê di korîdorê re garantî bikin û rêzê li biryara Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî ya 22ê Sibata , 2023 bigirin. YE bang li Azerbaycan û Ermenîstanê dike ku beşdarî diyalogê bibin, di nav de di asta serokên dewletan de. Em li bendê ne, ku bi piştgiriya Serokê Konseya Ewropeayê Çariles Mîşel pêvajoya aştiyê dewam bike” , di daxuyaniyê de hat gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button