PoliticsTop

Li Artsaxê, şertên hevdîtineke nû bi nûnerên Azerbaycanê re anîn ziman: Wezîrê Dewletê

Di demeke nêz de bi nûnerên Azerbaycanê re hevdîtin û gotûbêj çênabin. Mercên, ku bandora her nîqaşê piştrast dikin hewce ne. Wezîrê Karên Hundir Gurgen Nêrsîsyan NEWS.am ê re axivî.

“Em nikarin ji bo hevdîtinê hevdîtinan pêk bînin. Divê ji bo nîqaşkirina mijarên taybetî bêne girtin. Niha top li ser milê Azerbaycanê ye, divê her kes Azerbaycanê mecbûr bike ku erkên xwe bi cih bîne.

Biryara Dadgeha Laheyê, ya li ser pêwîstiya rakirina blokên Korîdora Laçînxê, rewşek wisa çêkiriye, ku tenê aliyek xwedî erk heye.
Ew Azerbaycan e. Piştî ku Azerbaycan erkên xwe bi cih anî, em dikarin rûnin û li ser pirsgirêkên, ku niha di encama kiryarên Bakûyê de derketine, nîqaş bikin.

Heta dema ku Azerbaycan ne amade ye, ku erkên xwe bi cih bîne, wateya nîqaşên me çi ye? Artsax û Azerbaycan li pey berjewendiyên dijber in. Bakû, ji encamên şer û rewşa piştî şer sûd werdigire, hewl dide, ku bi qasî ku pêkan be, daxwazên xwe derxîne pêş. Lê hêlên me yên sor jî hene.

Herî dawî Serokê Artsaê ragihand ku, em li gel her gotûbêjekê ne, ku bibe sedema çareserkirina kêşeya Artsaxê. Lê divê ew gotûbêj bi beşdariya nûnerên navneteweyî bên kirin. Armanc ew e ku bi beşdariya aliyekî sêyem hevsengiya pêwîst were parastin, da ku danûstandin ne di formata lawazên li hember bihêzan de, lê di warê yasayî de, di warê yasaya navdewletî de pêk werin. Ji bo wê jî divê beşdar an jî beşdarên wisa hebin ku karibe bandora nîqaşan û wekheviya alyan garantî bike.

Axaftina berdewam a Azerbaycanê li ser bindestkirina Artsaxê jixwe nîşan dide, ku Bakû di gihandina vê armancê de rastî pirsgirêkan tê.

Têkilî û hevdîtinên berê, dema ku mijarên teknîkî an binesaziyê hatin nîqaş kirin, tê wê wateyê, ku Azerbaycan fêm dike, ku pêkanîna armancên wê nayê dîtin.

Em fêm dikin, ku divê em bigihin astekê, ku her kes bi hişyarî rewşê binirxîne û hewl bide, ku pirsgirêkê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de çareser bike. Azerbaycan an bi xwe yan jî di bin zexta lîstikvanên mezin ên navneteweyî de divê li ser maseya muzakereyê rûne:” wezîrê dewletê zêde kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button