
Serokê Meclisa Neteweyî Alen Sîmonyan amaje bi daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov kir, ku ew hewldanên welatên sêyemîn ên ji bo asayîkirina têkiliyên Ermenîstan û Azerbaycanê pêşwazî dike. “Ew her tim dibêjin ku eger alyên din bikarin bi rengekî pirsgirêkê çareser bikin, ew ê tenê alîgir bin. Lê pirs ew e ku divê Rûs bixwe vê pirsê çareser bikin.
Diviyabû ew pirsgirêk çareser bikirana, ew bûn garantorê yekparçeyiya xak û ewlehiya me. Li vir koma leşkerî ya Rûsyayê, baregeha leşkerî ya 102 û hemû jî peymanên me li ser vê rewşê bûn. Hun li ku ne, çima tu aktîftir beşdar nabin? Ger hûn nekarin, divê hûn bi dengekî bilind bibêjin û belkî bi hev re rûnin û çareyan bibînin. Lê em dibînin ku çi diqewime, “got Alen Sîmonyan.