PoliticsTop

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê nêrîna aliyê Ermenistanê ya peymana aştiyê pêşkêş kir

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîna hikûmetê de detayên pêşniyarên aliyên Ermenî yên derbarê peymana aştiyê de eşkere kir. “Nêrîna me wiha ye. Divê di belgeyê de mantiqeke wisa ya peymanan hebe, sîstemeke wisa bibandor a kontrol û hevsengiyê, ku her senaryoyek têkdana aştiya mayînde û bi îstîqrar ji holê rake. Senaryoya vê yekê ew e ku îmzekirina belgeyê jixwe li ser bingehê peymana aştiyê veneguhere şerek (ev pûç xuya dike, lê dibe ku senaryoyek weha be), lê bi rastî tê wateya aştiya mayînde.

Nîkol Paşînyan teqez kir, ku aliyê Ermenîstanê amade ye peymana aştiyê îmze bike, ku wê bibe garantiya aştiyeke mayînde û bi îstiqrar. “Ez pabendbûna hikûmeta me û ya xwe, ku rojek berê peymanek wiha îmze bikin, piştrast dikim. Weke ku min berê jî gelek caran gotiye, ez amade me ku berpirsyariyeke wiha bigirim û hilgirim.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button