All NewsTop

Li Artsaxê jî fêkî, sebze û hêk jî bi kuponan bên firotinê

 Ji 21ê sibatê pê ve fêkî, sebze û hêk dê li 5 berhemên xwarinê yên ji rezerva dewletê ya li Artsaxê tên peydakirin bên zêdekirin. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, navenda ragihandinê ya li Artsaxê li ser rûpela xwe ya “Facebook”ê ev agahî daye.

“Grûpek hilberên xwarinê yên bingehîn dê bi pergala kuponê ji xerîdaran re peyda bibin. Ji ber kêmbûna xwarinên berdest û pêwîstiya belavkirina wê ya wekhev li ser gel, navnîşa hilberên ku bi kupon têne pêşkêş kirin hate berfireh kirin. Ji 21ê Sibatê ve fêkî, sebze û hêk dê li 5 berhemên xwarinê yên ku ji rezerva dewletê tên peydakirin bên zêdekirin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button