PoliticsTop

Xamênêî derheqa necayîztîya göhastina sînorada e’lamî sedrê T’irkîayê û Ûr’isêtê kirîye: Wezareta CE-ye K’D

Sala 2022-a hindava Îranêda derheqa ferztîya eleqetê ermenî-îranîda ser dereca herebiilind hatîye k’ivþkirinê. Derheqa vê yekêda 9-ê meha sivatê wexta e’ne’nekirina bi t’êma “Eleqetê ermenî-îranî h’emtêk’sta k’ara t’omerîda” Grîgor Mêlk’onyanê t’emîdarê îdara wezareta CE-ye K’D-e welatê sînortaþ e’lamkir.

Ewî gilîyê  E’lî Xamsênêîyê ayat’ollah r’êberê r’öh’anî wexta r’asthatina t’ev sedrê T’irkîaêye meha sala 2022-aye tîrmehêda anîne bîr, wekî h’erke sîasîya h’esarkirina sînorê Îranê û Ermenîstanê bê meþandinê, dêmek Cimhöryeta Îslamîyê wê derk’eve miqabilî wê yekê. “Lê wexta r’asthatina t’ev sedrê Ûr’isêtê ewî e’lamkir, wekî Îranê t’ö wexta  t’ö sîasîkê yan berne’mekê wê qebûlneke, k’îjanê bigihîne girtina sînor navbera Ermenîstanê û Îranêda”,- Mêlk’onyan serda zêdekir.

Ewî isa jî anî bîr, wekî meha sala 2022-aye îlonê- pey agrêsîya Adrbêcanêr’a, sedrê Îranê nav qisa bi t’êlêye t’ev serekwezîrê CE gilîyê Xamênêî anîye bîr- seva p’evgirêdana navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda derheqa necayîztîya gefxwerina û wê yekêda, wekî p’evgirêdan gere bin qolê welataye serbestdavin.

“Þêwirxana Îranêda jî e’lametî hatîye qebûlkirinê. Wî çaxî Îranê ser sînorê t’ev Adrbêcanê te’lîmkirinê e’skerîyêye h’ecimfire derbazkiribûn, k’îjan bibûne e’þiratî. Pêþtirî wê, 22-ê meha sala 2022-aye îlonê Nyû York’êda govekê sêsîa asamblêa T’MY-ye Serekeye 77-ada serekwezîrê Ermenîstanê û sedrê Îranê r’astî hevdö hatine, k’îderê evî xilazîyê careke din necayîztîya wergöhastina sînora neh’îêda destnîþankirîye. R’eyîsî serda zêdekirîye, wekî pirsa bêqezîabûna Ermenîstanê seva Îranê bi me’na ze’f ferze”,- Mêlk’onyan da k’ivþê.

Ê qölixçîyê binxetkir, wekî diha dereng sedrê Îranê Astanayêda wexta r’asthatina t’ev sedrê Adrbêcanê jî girtina qedrê t’omerîbûna t’opraxa Ermenîstanê û Adrbêcanê û necayîztîya göhastineke  sînora  ferzkirîye.

“Meha sala 2022-aye çirîya pêþin wezîrê Îranêyî K’D e’lamkir, wekî T’êhranê îzin nedaye r’iya hereqedîme ij Îranê berva Ermenîstanê dadin”,- wek’îlê wezareta CE-ye K’D anî bîr.

Qewmandina sala 2022-aye hereserekeye eleqetê döalîda Grîgor Mêlk’onyan h’esavkir vekirina baylozxana Îranêye sereke Qap’anêda, t’ev k’îjanê bûye isa jî wezîrê Îranêyî K’D.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button