PoliticsTop

Con Manganîêloyê dilqeçîyê Holîvûdê derheqa e’slê xweyî ermenî û  pîrka xweye ij k’omköjîyê filitîda gilîdike

Ewî nav pirsqisêda, k’îjan daye P’îBîSî-ê, derheqa diya pîrka xweda gilîkirîye, ê kö ij qir’a ermenîya xilazbibû, “Armênprês” e’lamdike.

“Sala 1915-a- bin p’erda þer’ê h’emdinîaêyî pêþin, t’irk k’etine mala wê  û cêr’ibandine qir’a xweye destpêkirî mîaserkin. Mêrê wê gölekirine-köþtine, agirî ser wê (diya pîrka ê dilqeçî) kirine, ew e’rdê velezîyaye,  xwedêgiravî mirîye. 7 agirkirinê din hatne bihîstinê, k’îjana h’evt zar’ê wê köþtine”,- Co Manganîêlo gilîdike. Dilqeçîyê 47 salî gilîdike, wekî bi nîþandayîna mirinê- pîrik ewqa we’de velezîyaye, h’etanî t’irk ij malê derk’etine- bêþîkêda bi hiþtina zar’a 8-a, wekî ew bidele. Jinikê zar’ piþta xweva girêdaye û r’evîye.

“Wexta meþqê mirinê ermenî k’ese k’elepçedikirin, hevva bi zincîrê girêdidan û derdixistine ber’î yê, lê k’örd berdidan, qap’ûtê e’skerîyê, h’esp û t’iving didane wan, wekî ew her’in û ya dilê xwe t’ev dijminê xweye qaneqan- ermenîya, bikin”,- Co Manganîêlo divêje- bi k’ivþkirina, wekî diya pîrka wî ij wê yekê r’evîye.

Wexta r’evê pîrka Co Manganîêlo bi soveka’rî ç’emê Feratê derbazbûye,  lê çaxzê gihîþtîye kevîya dinê- dîtîye, wekî ewledê ç’ûkî piþta wêva girêdayî xeniqîye. Ew þikevtêda  jîye- t’ev macirê din, h’etanî e’skerê alman ew birine

Çadirgeha e’skerîyêda pîrka ê dilqeçî ij zapitekî alman h’emlebûye û qîzek anîye r’ûbarê dinê, k’îjan jî bûye pîrka diya Co Manganîêlo. Lê e’slê Co Manganîêloyî bavê îtalîne.

Co Manganîêlo fîlmê “Meriv- pîrh’evok”, “Sûpêr Mayk’”, “Çi bikî, çaxî ç’e’vnihêr’î zar’êyî”, sêrîala “Xûna r’ast”-e dûrdîtinokêda lîstîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button