PoliticsTop

Rûsya li ber windakirina yek ji du hevalbendên xwe yên mayî ye: dîplomat

Rûsya li ber windakirina Ermenîstanê ye, yek ji du hevalbendên wê yên mayî . Û eger em Ermenîstanê wek hevalbendê xwe nehêlin, wê demê perspektîfa siyaseta derve ya Rûsyayê wê pir tarî be, û nayê dûrxistin ku ew bibe sedema avakirina eniyeke duyemîn li Kafkasyayê. Nîkolay Platoşkîn, zanyarê siyasî yê navdar li Rûsyayê, serokê beşa têkiliyên navneteweyî û dîplomasiyê li zanîngeha mirovî ya Moskowê, duh bi heman nêrînê ragihandibû.

Platoşkin bi tundî rexne li Wezareta Derve ya Rûsyayê girt, ku li gor wî, di bersiva pirsa Ermenîstanê, ya derbarê sedemên ne astengkirina dorpêçkirina Korîdora Laçîn de, “ji bilî ku bi hevalbendê xwe re di nav nakokiyên giştî de be, tiştek çêtir nedît.” “Tirkiye, Azerbaycan û Îsraîl ji bo rûreşkirina Rûsyayê her tiştî dikin. Niha jî welatên rojavayî ji vê yekê sûd werdigirin, ji Ermenîstanê re dibêjin: “Peymana we çi ye? Ew ê alîkariyê nekin, werin cem me, ger hewce bike em ê alîkariyê bikin,” Platoşkîn got.

Li gorî wî, divê were fêmkirin, ku ger Ermenîstan ber bi Rojava ve here, wê demê wê eniyeke dijberî Rûsyayê li Başûrê Kafkasyayê çêbibe û wê demê mumkin e, ku rojava bibe xwedî fikra salên 90’î ji nû ve dest pê bike li Kafkasya Bakure re. Niha tu kes wê rê li ber vê yekê nagire, ji ber ku Ermenîstan wê têk here û wê were veguhestin kampa Rojava. “Ez behsa wê yekê nakim ku leşkerên me bi awayekî şermokî ji Kafkasyayê bên avêtin:”sîyasetmedar hişyar kir.

Zanyarê siyasî di wê baweriyê de ne, ku Rûsya xwedî hêzeke ku bandorê li Erdogan û Alîyev bike nîne. Û mebest ne ew e, ku Rûsya li Başûrê Kafkasyayê eniya xwe ya duyemîn heye, lê ew e ku pêşî li vekirina eniyeke duyemîn li dijî xwe bigire. Li gorî dîplomat, “Siyasetmedar li ser hilbijartinên pêşerojê difikire, di vê navberê de, dewletmedar mecbûr e, ku li ser nifşê din bifikire”, lewra bi navê “pragmatîzma” siyasetmedarên rûs li ser rewşa li Kafkasya Başûr negunca û xeternak e

Ew difikire, eger Rûsya Ermenîstanê biterikîne, ev yeka ku niha diqewime, kar dike. Di encama xeteke wiha de, di dîroka peywendiyên piştî Sovyetê de yekem car Ermenîstan tetbîqatên leşkerî yên RPEK li ser xaka xwe red kir û bi bêdengî, bêyî ultîmatoman pêk anî. Û ev rewş dema ku Ermenîstan, berevajî Rûsyayê, hem di çarçoveya têkiliyên dualî û hem jî di çarçoveya RPEK de, her dem bi erkên xwe yên hevpeymaniyê re dilsoz e.

Dîplomat kesên, ku îro têkiliyên navbera Rûsya û Ermenîstanê bi prîzma kesayeta Nîkol Paşînyan dinirxînin rexne kir.

“Welle, meriv nikare ewqas kurtbîn be. Xwedê bi Paşîniyan re be. Paşînyan tên û diçin. Niha bi mîlyonan Ermenî li Rûsyayê dinêrin û difikirin: “Eger Rûs niha me bifroşin, em çawa dikarin di pêşerojê de bi wan re bin,” dîplomat destnîşan kir ku “ya herî girîng li vir ew e ku Ermenîstan tenê welatek bû, ku tê de hemî alî, çi qas şer li hev bikin jî, li ser siyaseta navxweyî, piştgirya têkiliyên hevpeymaniya nêzîk bi Rûsyayê re dikir û ne di asta axaftinên vala de, lê di pratîkê de, her tim di hemû destpêşxeriyên wê de piştgiriya Rûsyayê dikir.

Platoşkin ji bo Rûsyayê faktora herî girîng jî destnîşan kir: hebûna dîasporaya ermenî ya cîhanî ya mezin û bibandor. “Bi milyonan Ermenî li nêzî me dijîn, ne tenê yên, ku di van salên dawî de hatine vir, lê yên, ku bi sedan sal in li vir dijîn. Diyaspora Ermeniyan li gelek welatên cîhanê û li heman Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gelekî bi bandor e û wî, rola Rûsyayê ya ji bo dewleta Ermenîstanê fêm kir, her tim xwe pê re dilsoz girtiye. Diyaspora wê li kêleka kesên, ku wê alîkariya Ermenîstanê bikin bimîne . Û ji bo niha, xuya ye, ew ne Federasyona Rûsyayê ye, “diplomat got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button