
Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re bi telefonê axivî.
Serokwezîr li ser navê xwe û hikûmeta Komara Ermenîstanê ji bo jimareke zêde ya qurbanî û wêraniyên, ji ber erdhejên, ku di 6ê Sibatê de qewimîn, sersaxî ji Serokomar û gelê Sûriyê re ragihand.
Nîkol Paşînyan ji hemû birîndaran re şîfa xêrê xwest û diyar kir ku Ermenîstan wê piştgiriyê bide Sûriyeyê, da ku karibe şert û mercên zehmet ên jiyana xelkê erdhejzedeyan sivik bike û encamên karesatê ji holê rake.
Beşar Esed spasiya ji bo piştevaniyê kir û da zanîn ku pirsgirêka wan a sereke ya niha girêdayî xwarinê ye.
Lihevkirinek hat kirin, ku li gor wê Ermenîstanê wek pêşîn erzaq û cureyên alîkariyên din bişîne Sûriyê.
Serokomarê Sûriyê spasiya alîkariyên, ku tên kirin kir û hêviya xwe anî ziman, ku bi alîkariya Komara Ermenistanê di zûtirîn dem de ji encamên giran ên erdhejê derbas bibin.