PoliticsTop

Di derbarê peymana aştiyê de ji Azerbaycanê pêşnûmeyek din ji Ermenîstanê re hat: Wezîrê karên derve

Wezîrê karên derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di civîna çapemeniyê ya hevpar de, li gel hevtayê xwe yê Alman ragihand, ku Ermenîstanê ji bo peymana aştiyê pêşniyareke din ji Azerbaycanê standye û li ser vê dixebite. Mîrzoyan destnîşan kir, ku ev xebat berdewam e.

“Diviyabû, ku em li Moskowê bi wezîrên derve yên Azerbaycan û Rûsyayê re bicivin, lê ji ber astengkirina Korîdora Laçîn, aliyê Ermenîstanê beşdarbûna xwe paşxist, lê tevî vê yekê jî, me pêşniyarên xwe gihandin aliyê Azerbaycanê û herî dawî jî me pêşniyarên nû li ser peymana aştiyê ji Baku standin. Xebata me ya li ser peymanê berdewamin.”

Li gorî wî, pêvajoya muzakereyê ji ber axaftin û kiryarên êrîşkar ên Azerbaycanê tê astengkirin. Wî bi bîr xist, ku xaka serwerî ya Komara Ermenîstanê dagirkirî dimîne û Qerebax jî hatiye dorpêçkirin. “Bi her awayî em di rojeva aştiyê de pir bi biryar in û em ê xebatên xwe yên ji bo aştiyê li herêmê bidomînin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button