
Serokê Komîseriya Karûbarên Diyasporayê Zarêh Sînanyan da zanîn ku bi daxwaza vekirina Korîdora Laçînê ev roj in li Dîasporayê çalakiyên protestoyî tên lidarxistinê.
Li gor wî. “Xwepêşandan li welatên cuda, heta li ser xaka Rûsyayê jî tên lidarxistin, ev yeka ku hefteya borî li Yekaterînburgê qewimî, bêmînak e. Dîaspora her ku diçe aktîftir dibe, em hemû dixwazin deqeyek berê Korîdora Laçînê bê vekirin, lê hîna me negihiştiye encamê.”