All NewsTop

Şandeke Wezareta Derve ya Almanyayê serdana Lalişê kir

Şandeke Wezareta Derve ya Almanyayê serdana Lalişê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê dosyeya Iraq û Sûriyê li Wezareta Derve ya Almanyayê serdana perestgeha Lalişê kir û bi çend kesayetiyên olî yên Êzidî re civiya. Rêveberê karûbarên Êzidiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî got, “Armanca serdanê ji nêzîk ve dîtina cîbicîkirina 20 xalên ku ji aliyê Parlamentoya Almanyayê ve derbarê Komkujiya Êzdiyan de hatine pejirandin û pêşkêşî Hikûmeta Almanyayê kirine.”

Şandeke Wezareta Derve ya Almanyayê ku ji Berpirsê dosyeya Iraq û Sûriyê li Wezareta Derve ya Almanyayê Stefan Schneck û Konsulê Giştî yê wî welatî li Herêma Kurdistanê pêk hatibû îro Înê 27ê Çileya 2023an serdana Perestgeha Lalişê ya Êzidî kir. Şande bi çend kesayetiyên olî yên Êzidî re civiya û biryar e serdana kampeke penaberên Êzidî li parêzgeha Duhokê bike.

Rêveberê karûbarên Êzidiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Siûd Misto ji Rûdawê re ragihand, “Şanda Almanyayê ji bo ji nêzîk ve şopandina cîbicîkirina 20 xalên ku ji aliyê Parlamentoya Almanyayê ve derbarê jenosîda Êzdiyan de hatine pesendkirin û pêşkêşî hikûmeta Almanyayê kirine serdana Lalişê kirin.”

Parlamentoya Almanyayê di 19ê Çileya 2023an de, ji bo gotûbêjkirina mijara naskirina jenosîda
Êzidîan civiya û bi yekdengî pêşnûmeya qanûnê pesend kir. Reşnivîsa projeyasayê ji 20 xalan pêk dihat û ya herî berçav jî avakirina Şingalê û vegera penaberan bo cihên xwe bû.

Siûd Misto da zanîn ku şanda mêvan bi xelkê Lalişê û kesayetiyên olî yên Êzîdî re gotûbêjan kirin ji bo ku zêdetir alîkariya Êzidiyan bikin û anî ziman, “Dewleta Almanyayê ji bo Kurdistanê, penaberên hemû pêkhateyên Iraqê, bi taybetî jî Êzidiyan, ji bo alîkariyê dudil nebû.”

Almanya dixwaze her 20 xalên projeyasayê cîbicî bike, bi taybetî ku tawanbar bên cezakirin, deverên Êzidîan bên avakirin û rizgarbûyên DAIŞê ji aliyê derûnî bên dermankirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button