SocietyTop

Şîrketa “Meta Platforms” di lîsteya 1000 bacgirên herî mezin ên Ermenîstanê de cih girt

Şîrketa “Meta Platforms” (Facebook, Instagram, WhatsApp, Novi Financial, Inc) di lîsteya 1000 bacgirên herî mezin ên Ermenîstanê de cih girt.

Em bînin bîra xwe ku sala par hikûmeta Ermenîstanê di qanûna bacê de guhertin pêk anîbû û bi vê biryarê ji reklamên, ku li ser torên civakî û platformên din ên elektronîkî tên weşandin, bac tê dayîn.

Di encama guherandina baca servîsên elektronîkî yên ku ji şexsan re tên kirin de, şirketa “Meta Platforms” di sala 2022an de 332,3 milyon dram pere da bûdceya Komara Ermenîstanê û di lîsteya 1000 bacgirên mezin de di rêza 803an de cih girt.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button