
Berdevkê Karên Derve yê YE Peter Stano ji RIA Novostî re got, YE’yê ragihand ku divê rêziknameya têkiliyên di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de nebe rehîneyê pêşbirka Rûsya-YE’yê.
Wî li ser berteka Wezareta Derve ya Rûsyayê, li ser destpêkirina mîsyona Ewropî ya du salan li Ermenîstanê ji bo çareserkirina herêmî, şîrove kir.
Stano destnîşan kir ku Federasyona Rûsyayê şaş e, ji ber ku rola Yekîtiya Ewropayê di çareseriya navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de li dijî Rûsyayê ye.
“Rûsya bi eşkere armanca vê mîsyonê şaş fêm kir û berdewam dike ku tevlîbûna YE’yê ya li herêmê şaş binirxîne. Ya herî girîng jî, ev ne karê Rûsyayê ye. Mîsyona Yekîtiya Ewropayê li ser daxwaz û biryara azad a rayedarên Ermenîstanê hat destpêkirin.
Helbet YE di vê mijarê de bi rayedarên Azerbeycanê re jî di nava têkiliyê de ye.” Wî aşkere kir û got, YE bi rola Rûsyayê di bidawîkirina aloziyên Çiriya Paşina 2020an de agahdar e.
“Ev mîsyon sivîl e û wê wekî hêmanek sereke ji bo piştgirîkirina hewildanên YEyê yên ji bo asayîkirina têkiliyên Ermenîstan-Azerbaycanê xizmetê bike. Yekîtiya Ewropayê piştî daxwazên her du aliyan ev rol girt ser xwe:” got Stano.
Li gorî Stano, armanca vê şandê bi taybetî xurtkirina ewlehî û baweriya xelkê herêmê ye. “Hemû gotegot û spekulasyonên din ên ku van rojan li ser torên civakî belav dibin bi tevahî bêbingeh in.”