All NewsTop

Gere korîdora Laçînê bê vekirinê. Wezareta Derve ya Brîtanya

Li Meclisa Avam a Brîtanyaya Mezin gotûbêjeke taybet li ser dorpêçkirina Korîdora Laçînê ji aliyê Azerbaycanê û encamên wê yên mirovî hat lidarxistin. Di axaftinên parlementeran de banga sepandina toleyan li dijî rejîma Aliyev, zextê li Azerbaycanê hate kirin, dorpêçkirina Qerebaxê û niyeta Azerbaycanê ya ji bo qirkirina etnîkî ya li Artsaxê weke berdewamiya Qirkirina Ermeniyan hate binavkirinê.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Parlamentoya Amerîka û Karayîp Dêvîd Ratlîn axivîe.

“Brîtanya Mezin piştgirî dide kiryarên Wezîrê Derve yê Amerîka Êntinî Blînkîn. Pirsgirêka Qerebaxa Çiyayê pir tevlihev e, hikûmeta Brîtanya bi awayekî aktîf bi hikûmetên herdu welatan re hevkariyê dike. Nakokî çareseriya leşkerî nîne, gere rêyên dîplomatîk çareser bibe.

Korîdora Laçînê ji aliyê xwepêşanderên Azerbaycanê ve hat girtin û gelê Qerebaxê ji debara jiyana xwe bêpar man. Di daxuyaniya 9’ê Mijdarê de, bendek li ser rêwîtiya bê asteng a li ser Korîdora Laçînê heye. Hikûmeta Brîtanya bi tenê radigihîne ku divê hikûmeta Azerbaycanê Korîdora Laçîn veke. Balyozê Îngilistanê li Azerbaycanê jî bi rayedarên Bakûyê re di vê mijarê de tê nîqaşkirin.  Peyama me zelal e: Gere korîdora Laçînê bê astengkirin, aştî bi danûstandinan pêk were. Hikûmeta Brîtanyayê 350,000 fûnt stêrlîng ji bo alîkariya mirovî da”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button