All NewsTop

Azerbaycan gere lez û bez bilok kirina Korîdora Laçînê veke.  Ararat Mîrzoyan ji Josêv Borêl ra

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan ku ji bo serdaneke xebatê li Brûsêlê ye, di 25’ê kanûna paşin bi Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Jozêp Borêl ra hevdîtinek pêk anîe.

Di hevdîtinê da herdu aliyan li ser pirsên ewlekarî û aramiya herêmê nêrînên xwe danustandin. Wezîr Mîrzoyan biryara şandina mîsyona çavdêriya sivîl a Yekîtiya Ewropayê li Ermenistanê bilind nirxandîe.

Ararat Mîrzoyan bal kişand ser krîza mirovî ya ku ji ber blokekirina Korîdora Laçîn a ji aliyê Azerbaycanê ve li Qerebaxa Çiyayê pêk hatîe.

Hat balkişandinê ku Azerbaycan li gor xalên daxuyaniya sê alî ya 9ê çirîa paşin lez û bez astengkirinaa Korîdora Laçînê veke.

Aliyê Ermenî tekezî kirîe li ser cîbicîkirina pêngavên bi bandor ji aliyê civaka navdewletî bo rêgirtina li siyaseta paqijkirina etnîkî ya Qerebaxê ku ji aliyê Azerbaycanê ve tê meşandinê.

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê û Nûnera Bilind a YEyê gotûbêj kirine ser pirsa asayîkirina  Ermenistan-Azerbaycanê û behsa  têkiliyên Ermenistan-Tirkiyê hatîe kirinê.

Di hevdîtinê de pirsên bi pêşxistina hevkariyên Ermenistan û Yekîtiya Ewropayê ra jî hatine kirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button