
Belgê xweyî t’wît’êrêda Hasmîk Tolmacyana sefîra CE-ye Fransîaêda nivîsîye. “Em þane, wekî Fransîayê t’ev vê r’esûltîya YA-ve- bi meremê Qafqasîya Ce’nûbêda k’omekê bide e’dlayê, meh’kemîyê û bêqezîabûnê.”,- sefîrê nivîsîye. Em bidne k’ivþê, wekî h’etanî wê yekê Katrîn Kolona serk’ara îdara Fransîaêye sîasîyêye dereke belgê xweyî t’or’a sosîalîyêda nivîsîbû: “Ermenîstakn, Adrbêcan: ev qirar ze’f ferze, û Fransîayê bi dil û can t’ev vê r’esûltîya avropîve”. Em bînne bîr, wekî þêwra Avropayê goveka darxistina r’esûltîya YA-ye bajar’vanîêye Ermenîstanêda hevr’aqayîlî p’eydakirîye. Meremê r’esûltîyêye- k’omekê bide neh’îyê Ermenîstanêye r’exsînorda pêkanîna meh’kemîyê, cîda ît’abirê û ewlekirina war, k’îjanê k’omekê bide cefê serr’astkirina eleqetaye navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda.