PoliticsTop

Tirkiye bi eşkereyî tevlî propagandaya daxwazên erdî yên rayedarên Azerbaycanê, yên li hemberî Ermenîstanê, bûye

Li hemberî axaftinên li ser aştiya herêmê, Azerbaycan û Tirkiye li ser daxwazên xwe yên axê yên li hemberî Ermenîstanê propaganda dikin. Balyozê Tirkiyê yê li Azerbaycanê, Cahît Bagçî jî tevlî înîsiyatîfa “Azerbaycana Rojava” bûye. Em bînin bîra xwe, ku ev însiyatîf ji bo tevaya xaka Ermenîstana îroî re ambargoyan pêşkêş dike.

Balyoz di civîna, ku li “civata Azerbaycana Rojava” de hate derbaskirin got, “Di tevahiya dîrokê de Azerbaycan û Tirkiyeyê bi hev re li dijî dijminên derve şer kirine.”

Balyoz diyar kirye, ku “Tirkiye di demên dijwar de her tim alîkariya Azerbaycanê kiriye û Azerbaycanê jî alîkariya Tirkiyeyê kiriye.” “Tirkiyê di şerê 44 rojan de piştgiriya siyasî û manewî daye birayê xwe. Ji bo aştiya li vê herêmê pêk were, em di wê baweriyê de ne, ku divê Azerbaycan, Tirkiye û Ermenîstan pirsgirêkên heyî bi hev re gotûbêj bikin. Yekane rêya pêkanîna aştiyê ev e.”

Herwiha Cehît Bagçî diyar kir ku “Tirkiye amade ye, ku li ser lêkolîna rastiyên der barê Azeriyên, ku ji Azerbaycana Rojava hatine dersînorkirin, piştgiriyê bide.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button