PoliticsTop

Pirsgirêka Laçînê li YE, Konseya Ewropa, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê: Reya vektora ewlekariya Ermenîstanê diguhere

Ermenîstan hefteyekê bi hevdîtinên li ser platformên navneteweyî bi yekcarî ji çend aliyan ve dest pê dike. Konseya Ewropa, NATO, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Di van avahiyan de bi formên cuda li ser bloka Artsaxê û astengkirina Korîdora Laçînê nîqaş tên kirin, ku di heman demê de mijarên ewlekariya Ermenîstanê jî digirin dest.

Êrîvan jî di navenda hevdîtinan de ye. Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê yê li Kafkasya Başûr Toîvo Klaar bi serdaneke rojekê li vir e.

Bi hevdîtinên rojekê vegera li Êrîvanê. Nûnerê taybet ê Yekîtiya Ewropayê li Kafkasya Başûr Toîvo Klaar, nîgeraniya li ser rewşa Korîdora Laçîne anî Êrîvanê. Rayedarê Ewropî beriya hatinê di notekê de rewş bi giranî nirxand û amaje bi wê yekê kir, ku pêwîstî bi çareseriyên lezgîn heye. Li gor pêşkêşiya Serokê Meclisa Neteweyî Alen Sîmonyan di rojevê de du mijarên sereke hene: Rewşa Ermenîyên li Qerebaxê û pêkanîna peymanên sê alî.

Yek ji nîqaşên pêşî yên Toîvo Klaar li Êrîvanê, li Wezareta Parastinê bû. Suren Papîkyan û Nûnerê Taybet ê YEyê yê ji bo krîza Kafkasya Başûr û Gurcistanê geşedanên dawîn ên herêmê nirxandin. Serokê Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenîstanê, bayloz Andrea Vîctorîn jî beşdarî civînê bû.

Li gorî Alen Sîmonyan, ne rast e ku serdana Klaar bi têkiliyên aloz ên Ermenistan û Rûsyayê ve girêbidin û di derbarê guhertina vektora ewlehiyê de texmînan bikin.

Konseya Ewropayê îro li ser avakirina mîsyoneke sivîl a Yekîtiya Ewropayê li Ermenîstanê di çarçoveya Polîtîkaya Hevpar a Ewlekarî û Parastinê (CSDP) de li hev kir. Hat destnîşankirin ku çavdêr wê dewriyeyên asayî bikin û rewşê ragihînin. Erka destpêkê ya mîsyonê du sal e.

Ji xeynî vê biryarê, tê çaverêkirin, ku di civîna Komîteya Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê de, Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan jî wê biaxive. Wezareta Karên Derve da zanîn, ku ew ê li ser mijarên îstiqrar û ewlekariya li Kafkasya Başûr, krîza însanî ya ku ji ber astengkirina Korîdora Laçîn a li Qerebaxa Çiya derketiye, pêvajoya çareseriyê ya Ermenîstan-Azerbeycanê û her wiha Têkiliya Komara Ermenîstan -YE biaxve. Wezîr wê bersiva pirsên endamên Parlamenta Ewropayê jî bide.

Li gor nûçeya malpera fermî ya NATOyê, piştî muzakereyan hevdîtina wezîr û serokê giştî bi nûnerên çapemeniyê re nayê plankirin. Serokê Parlamentoya Ermenîstanê li ser hêviyên hevdîtinê jî kelemçeyan venake.

Hêjayî gotinê ye ku serokê nûneratiya Azerbaycanê li YEyê Vagîf Sadîkov gilî kiriye, ku Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Jeyhun Bayramov ji bo beşdariya li rûniştina Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamenta Ewropayê bo Brukselê nehatiye vexwendin. “Wezîrê Karê Derve yê Ermenîstanê ji bo, li Parlamenta Ewropayê li ser mijara Ermenîstan-Azerbaycanê axaftinekê bike hat vexwendin. Weke her car, Azerbaycan nehat vexwendin,” Sadîkov li ser mîkrobloga xwe ya Twitterê nivîsî û li gorî nêrîna xwe bal kişand ser alîgiriya Parlamentoya Ewropayê.

Li gorî koordînatorê bernameya înformasyonê ya Navenda Lêkolînên Siyasî ya Rûsyayê Yegor Çobanyan, piştî civîna Mîrzoyan-Stoltenberg wê der barê korîdora Laçînê de zelalî derkeve holê. Çobanyan di wê baweriyê de ye, ku di nava çend rojan de, piştî hevdîtinan û axaftinan bi telefonê, wê derkeve holê ku Rojava dixwaze li vê herêmê bi çi rengî beşdarî bibe. Lê ev rastiya, ku Amerîka û rojava ne di statûya çavdêran de ne, lê bi pirsgirêkan re eleqedar in, rapora herî dawî ya Parlamentoya Ewropayê, fikarên Brîtanya Mezin û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî nîşan dide.

Platforma din a Ewropayê, Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê jî wê mijara astengkirina Korîdora Laçînê û krîza mirovî ya di encamê de biaxive.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button