
Komîteya Pîşesaziya Parastinê her roj bi pargîdaniyên sektorê re dixebite. Wezaret ji bo her pirsgirêkek li qadê bi lez û bez bertek nîşan dide. Wezîrê Pîşesaziya Teknolojiya Bilind a Ermenîstanê Robêrt Xaçatryan di axaftina xwe ya bi “Armenpress” re ev tişt gotîe.
Pêşkeftina leşkerî ji têgihîştinê heya pêkanînê pêvajoyek tevlihev e. Ev rêyek e ku divê her pargîdanî amade be ku bavêje. Li gorî wezîr, ew bi Wezareta Parastinê re ji nêz ve dixebitin û hewl didin ku pêvajoyan hêsan û pêkan bikin.
Wezîr her wiha amaje bi 3yemîn pêşangeha navneteweyî ya teknolojiyên berevaniyê yên “Armhaîtêç” kir ku destkeftên me di warê pîşesaziya leşkerî de nîşan dide û bi saya wê pêşangeha her 2 salan kurteyek û pêşkêşkirina destkeftan ji raya giştî re tê pêşkêş kirinê.
Di sê rojên pêşangehê de zêdetirî 50 kompanyayan di 24 beşên tematîk de di 48 standan de berhem û xizmetên xwe pêşkêş kirin. Di çarçoveya çalakiyê de heyetên fermî yên ji Rûsya, DYA, Fransa, Hindistan, Îmarat, Îran, Belarûs, Iraq û Kurdistana Iraqê hatin Ermenîstanê. Serokên dezgehan, nûnerên teknolojiyên parastin û ewlehiyê, pispor û mêvanên ji welatên cuda beşdarî pêşangehê bûn. Xaçatryan anîe ziman.