PoliticsTop

Serokkomarê Ermenîstanê wê bi serdaneke xebatê serdana Êstonyayê bike

Serokkomarê Ermenîstanê Vahagn Xaçaturyan hefteya bê wê bi serdaneke xebatê here Êstonyayê.

Li gorî rojnameya The Baltic Times, Vahagn Xaçaturyan wê di 16ê Kanûna Paşinê de bi Serokê Êstonyayê Alar Karîs re hevdîtinek pêk bîne. Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de mijarên gotûbêja di navbera serokomaran de wê têkiliyên her du welatan, bi taybet hevkariya di warê teknolojî û hikûmeta elektronîk de bin. Her wiha wê rewşa ewlekariya Ewropayê jî were axaftin.

Piştre jî Vahagn Xaçaturyan wê bi Serokwezîrê Estonyayê Kaya Kalas û Serokê Komîsyona Karên Derve ya Meclîsê Komara Ermnîstanê re bicive. Serokkomarê Komara Ermnîstanê
wê serdana Zanîngeha Teknolojiyê ya Tallîn û navenda agahdarkirina e-Estonia jî bike.

Êvara duşemê jî li ser navê Serokomarê Estonyayê ji bo rêzgirtina Serokomarê Ermenistanê şîv bê dayîn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button