
Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Ermenîstanê behsa gelek guhertinên sektoran kir ku dê îsal bikeve meriyetê.
Em wan li jêr pêşkêş dikin.
- Li Komara Ermenîstanê ji 1’ê Kanûna paşin herî kêm meaşê mehane ji 170 USD’an derket 188 USD.
- Ji 1’ê Ç Kanûna paşin pê ve ji bilî dê û bavên gundî yên betlaneya lênêrîna zarokan, dê dayikên ku li bajaran naxebitin jî heta 2 salî tezmînata lênêrîna zarokan bistînin. Karsazên takekesî an karmendên bi peymanek qanûnî ya medenî jî dê yarmetiya lênêrînê bistînin, bêyî ku cihê qeydkirinê be.
- Ji 1’ê Kanûna paşin pê ve kesên astengdar dikarin li cîhê kar û saziyên perwerdehiyê ji bo mafê rûniştina maqûl serlêdan bikin.
- Wezareta Xebat û Karûbarên Civakî dê pergala nirxandina astengdaran biguherîne û ji 1’ê Sibatê ve pergala nirxandina fonksiyona mirovan bide destpêkirin.
- Pergala nû ya nirxandina civakî ya malbatê (neewlehî) wê ji 1’ê Cotmehê ve were destpêkirin. Li gorî vê yekê, dê taybetmendiyên nirxandinê ji nû ve bên sererastkirin, rêgezên tayînkirin û dayîna tezmînatê yên bi mebesta bilindkirina asta jiyanê ya malbatan werin zelalkirin û modelên ji bo derbaskirina xizaniyê bi qonaxan werin destnîşan kirin.