
Li gor Waşîngtonê, astengkirina Korîdora Laçînê rê li ber pêvajoya aştiyê digire û baweriya navneteweyî têk dide. Li ser daxwaza radîoya Azatûtyûnê, Balyozxaneya Amerîka ya li Ermenîstanê radigihîne ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) “ji ber astengkirina çûnûhatina Korîdora Laçînê û encamên mirovî yên rewşê bi fikar e.”
“Em banga vegerandina tevgera azad a bi korîdorê dikin. Danûstandin di hemû mijaran da riya yekanîe ye.”- balyozxane agahdar daye.
Li ser pirsa gelo Amerîka ji bo krîza mirovî ya ku li Artsaxê çêbûye, ti gavan diavêje, gelo mimkun e ku alîkariyên mirovî bigihêje Artsaxê, Balyozxaneyê bersiv daye. “Ajansa Pêşkeftina Navdewletî ya Dewletên Yekbûyî bersivê dide hewcedariyên kesên jicîhûwarkirî yên li Ermenîstanê, li gorî daxwazên hukûmeta Ermenistanê.”