All NewsTop

Rapora Parêzvanên Mafên Mirovan a li ser girtina Korîdora Laçînê wê radestî saziyên navneteweyî yên xwedî erka mafên mirovan bê kirinê

Saziyên parêzvanên mafên mirovan ên Ermenîstan û Artsaxê, bi daneyên nû yên nûkirî, der barê encamên mirovî yên astengkirina Korîdora Laçîn de raporek awarte weşandine.

Rapora hevpar a her du saziyan bi zimanê Îngilîzî hat weşandin û li ser encamên dorpêça 16 rojan a li ser Korîdora Laçînê agahiyên nû tên dayînê.

Di raporê de bi kurtî gotara giştî ya Azerbaycanê û tehlîlkirina daxuyaniyên berpirsên Azerbaycanê, ku di encamê da serkirdayetiya siyasî ya Azerbaycanê ji meha çirîa paşin va bi navgînên sereke yên ragihandina fermî û hema-fermî û avakirina raya giştî raya giştî ber bi Laçînê va amade kir û araste kirîe ya hikûmetê û bikaranîna rêbazên ceribandinê ji bo astengkirina korîdora mirovî.

Rêbazên îsbatkirî yên tehrîkkirin û gurkirina kîn û nefreta ermenî û nefreta etnîkî li hember ermeniyên Artsaxê, ji hêla maşîneya propagandayê ya hukûmeta Azerbaycanê va bi berfirehî berdewam e û hewil dide wan di çarçoveya hestên derewîn ên hawîrdorê da bi cih bike.

Raporê da her wiha di derbarê beşdarên çalakiya sexte ya jîngehê de rastiyên nû hatine eşkerekirin, rewşa mafan a di şert û mercên krîza mirovî ya çêkirî da nîşan dide.

Rapor dê ji rêxistin û aktorên xwedî erkên mafên mirovan ên navneteweyî ra were pêşkêş kirin û her weha dê ji dadgehên dadwerî yên navneteweyî ra jî were pêşkêş kirin ku, di nav yên din da, daxwaza Ermenistanê ji bo rawestandina girtina riya yekane ya ku Artsaxê bi Ermenîstanê û cîhanê va girêdide, bi rê va dibe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button