EconomicsTop

Deranîna ij Ermenîstanê li Bêlar’ûsê û Ûr’isêtê 10 mehada angor 2,8 û 2,5 cara zêdebûye

H’ecma t’öcarîya dewletê YAAM-êye döalî zêdebûye- bi e’frandina mecalê t’eze seva hine malhebûnê YAAM. Isa jî h’ecma deranîna ij Ermenîstanê li Bêlar’ûsê û Ûr’isêtê zêdebûye. Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda encomana Avroasîaêye malhebûnîyê  T’êlêgram-p’êla xweda e’lamkirîye- bi bîranîna salixê benka Avroasîaêye pêþdaçûyînê.

          Angorî salixê Benka Avroasîaêye pêþdaçûyînê- zincîrê deranîn-logîstîkda seva hine malhebûnê YAAM mecalê t’eze e’frandine.

          “Awa, deranîna ij Ermenîstanê li Bêlar’ûsê û Ûr’isêtê bi encamê 10 mehê sala 2022-a 2,8 û 2,5 cara zêdebûye, ij Qirqizistanê deranîna li wan welata angor 2 û 2,6 cara zêdebûye”,- e’lamnivîsarêda k’ivþdive.

          BAAP isa jî daye k’ivþê, wekî deranîna ij Qazaxistanê li her welatekî 1,2 cara zêdebûye. Lê t’omerî- h’ecma t’öcarîya welatê YAAM-êye döalî nav 10 mehê sala 2022-a bi 12,8%-a zêdebûye û gihîþtîye weke 67 mlrd dolara. Saxî, þiroçîyê benkê h’ecma t’öcarîya YAAM-êye döalî bi encamê sala 2022-a bi çapa 80-83 mlrd dolara têderdixin (zêdebûn- weke 12%).

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button