All NewsTop

Dikanên li Artsaxê nîv vala ne

Vîdyoyek li ser rûpela facebookê ya Berevankarê Mafên Mirovan a Artsaxê hatye weşandin ku tê de dukanên nîv vala hatine pêşkêşkirinê.

10 roj in li ser axên Artsaxê bi temamî hatiye dorpêçkirin. Komek Azerî bi cil û bergên sivîl, ku xwe wek hawirdorparêz nîşan didin, ji 12ê Kanûna pêşin va rêya  Stêpanakêrt-Gorîs, rêya ku Artsaxê bi Ermenîstanê û cîhana derve va girê dide, girtîne.

Ji ber girtina korîdora Laçînê ji aliyê Azerbaycanê va, çetinayî çêbûye ku rojane 400 ton xwarin û derman ji Ermenîstanê bigihînin Komara Artsaxê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button