PoliticsTop

9 saziyên navneteweyî li ser metirsiya qirkirinê ya li Artsaxê hişyarî dan

Rêxistina “Piştgiriya Xiristiyanan a Navneteweyî” tevî 8 rêxistinên din li ser xeteriya qirkirina li Qerebaxê hişyarî da. Rêxistinan bang kirin li welatên, ku tevlî Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Sûcên Qirkirinê bûne, ku bi rêya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî tevbigerin û pêşî li Qirkirina Ermeniyan a li herêmê bigirin.

Tê destnîşankirin ku hikûmeta Azerbaycanê ev demeke dirêj e di asta fermî de li hemberî ermeniyan polîtîkaya nefretê meşandiye, “hovîtiyên ku li dijî ermeniyan hatine kirin bêceza hiştiye û gefa dagirkirina ne tenê Qerebaxê, Erîvanê jî bi darê zorê xwariye.”

“Her 14 faktorên metirsiya tawanên hovane yên ku ji aliyê Ofîsa Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya Pêşîlêgirtina Jenosîdê ve hatine diyarkirin hene. “Êrîşa Azerbaycanê ya niha li dijî Ermeniyên Qerebaxa Çiya, bi siyaseta demdirêj a paqijkirina etnîkî û olî ya ku ji aliyê hikûmeta Azerbaycan, Komara Tirkiyê, Împaratoriya Osmanî û hevalbendên wan ve li dijî Ermenî û civakên din ên xirîstiyanan li herêmê hatiye kirin, têkildar e:” di daxuyaniyê de tê gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button