All NewsTop

Tirkiya Gurcistanêra kelûpelên balafiran pêşqêş kirîe

Wezareta berevaniya Gurcistanê ragihand ku ji bo zêdekirina hêza hewayî û berevaniya hewayî ya vî welatî ji dewleta Tirkiyê alavên taybet wergirtine. “Armenpress” ji servîsa Gurcistanê ya ajansa Spûtnîkê agahdar bûye.

Li gor daxuyaniya Servîsa Çapemeniyê ya Wezareta Parastinê ya Gurcistanê, Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Gurcistanê Grîgol Gîorgadzê, Alîkarê Fermandarê Hêzên Parastinê Tûggeneral Îraklî Çîçînadzê û Balyozê Tirkiyeyê yê Gurcistanê Alî Kaan Orbaîn beşdarî hazir bûne.

“Fermandariya Parastina Hewayî 2 yekîneyên amûrên taybet ên balafirgehê û parçeyên yedek ên helîkopterên UH-1H ji aliyê Tirkiyeyê va bê pere wergirtine. Piştra, protokola veguhestina teknolojiyê hat îmzekirinê.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button