PoliticsTop

Xelkê Artsaxê niha bi karesateke mirovî re rû bi rû ye: Henrîkh Mkhîtaryan

Henrîkh Mkhîtaryan, kaptanê berê yê tîma fûtbolê ya Ermenîstanê, navbirê kluba futbolê “Inter”ê, di beşa “story” a “Instagram”ê de wêne parve kir û dilgiraniya xwe ji rewşa Laçîn anî ziman.

“Li Qerebaxê çarenûsa 30 hezar zarokên Ermenî di xetereyê de ye. Roja duşemê Azerbaycanê rêya ku Artsaxê bi Ermenîstanê û cîhanê ve girêdide girt. Ev yek awayê jiyana wan e, ku ji xwarinê bigire heta dermanan her cure bar tê veguheztin.

120,000 gelên Artsaxê, ku 30,000 zarok di nav de ne, di bin dorpêçê de ne.

Her wiha di şert û mercên zivistana sar a Artsaxê de, ku germahî bi gelemperî di bin sifrê de ye, Artsax ji gazê bêpar dimîne, ku nivîskarê wê dîsa Azerbaycan e. Niha gelê Artsaxê bi karesateke mirovî re rû bi rû ye:” di nivîsarê de tê gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button