
Wezareta Karên Derve ya Komara Artsaxê derbarê kiryarên provokatîf ên Azerbaycanê de daxuyaniyek da. Li gorî nûçeya Armenpressê, di daxuyaniyê de bi taybetî wiha tê gotinê:
“Îro careke din Azerbeycanê bi girtina rêya Gorîs-Stêpanakertê ya li beşa Şûşîê careke din dest bi çalakiyên provokatîf kir.
Ev jî nîşaneke din a siyaseta jenosîdê ya Bakûyê ye, kiryareke wêranker û tawankar e ku bi armanca tirsandina gelê Artsaxê, dirustkirina atmosfereke bêîstîqrarê li navçeyê û astengkirina çalakiyên mîsyona aştîparêzên Rûsyayê ye.
Weke her car, Azerbaycan li hember berpirsiyariyên xwe yên ku di daxuyaniya sêalî ya 9ê çirîa paşin 2020-an de li xwe girtiye, bêhurmetiyek bêkêmasî û helwestek nehevgirtî nîşan dide, bi taybetî, ew ewlehiya tevgera hemwelatiyan, wesayît û baran di her du aliyan de bi riya Korîdora Laçîn re garantî nake. Wezareta karên derve ya Komara Artsaxê bi tundî ev reftarên Bakûya fermî şermezar dike û bang li civaka navneteweyî dike ku gavên aktîv bavêje ji bo ku dawî li xeyalên Azerbaycanê yên li ser axa serwerî ya Artsaxê bîne û şert û merc ji bo cîbicîkirina xalên bingehîn peyda bike. mafên Ermeniyên Artsaxê.