
Komîteya Tûrîzmê ya Komara Ermenîstanê hejmara serdanên turîstan li Ermenîstanê, di navberaa Kanûna Paşinê – Çiriya Paşin a 2022 de, eşkere kir.
Di 11 mehên ewil ên sala 2022an de hejmara tûrîstên ku hatin Ermenîstanê 1.54 mîlîon kes bû.
Li gorî komîteyê, îsal cara pêşê Ermenîstan ji hejmara serdanên sala 2019’an bi mehan derbas kir û 144,576 serdan tomar kir (140,376 serdan di Çiriya Paşina 2019’an de).
Di Çiriya Paşina 2021 de, 85,762 serdanên me hebûn.