SocietyTop

Ermenîstan û Tirkiye di nav welatên bijarte, yên pisporên IT yên Rûsyayê de ne

Yek ji mezintirîn û kevntirîn pargîdaniyên IT-ê yên Rûsyayê, IBS, qedexe kir, ku karmendan wî bi awayekî demkî herin welatên “nedostan”. Gerînendeyê kargêrî yê şirketê Grigory Koçarov li ser vê yekê got.

Rêveberê kargêrî yê şirketê Grîgory Koçarov li ser vê yekê got.

Li gorî wî, di nav welatên qedexekirî de ew dewlet hene, ku bi neyînî bi Rûsyayê re reftar dikin û sizayan li ser şîrketên rûsî ferz dikin.

Li gorî Koçarov, pisporên IT ê rûsî bi piranî li Tirkiye, Ermenîstan, Kazakistan, Qibris, Almanya û Swîsreyê bi cih bûne.

Wî her wiha da zanîn, ku ew pisporên IT ên Rûsî, ku çûne welatên qedexekirî, divê heta 1ê Kanûna Pêşinê vegerin Rûsyayê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button