PoliticsTop

“Ermenîstanê qet xeberdana derketina ji RPEK nekiriye:” Alen Sîmonyan

Serokê Meclisa Neteweyî ya Komara Ermenîstanê Alen Sîmonyan di axaftina xwe ya li Meclisa Parlementeran a RPEK de diyar kir ku Ermenîstanê tu carî behsa derketina ji RPEK nekiriye, lê ji reftarên rêxistinê bi fikar e. Li gorî Sîmonyan, di rewşekê de, ku pir girîngî li herêma Ewropaya Rojhilat û Asyaya Navîn bê dayîn, nêrînek çêdibe ku xaka Ermenîstanê ji bo RPEK ne xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Alen Sîmonyan, anî ziman ku Ermenîstanê ti carî behsa derketina ji RPEK nekiriye, lê Êrîvan ji helwesta rêxistinê ya li hemberî Ermenîstanê bi fikar . Azerbaycan her roj agirbestê binpê dike, di encamê de me wendahîyen me hene. Hin pasîfbûna RPEK û daxuyaniyên fermî yên hevalbendên me yên takekesî bûn sedem ku di raya giştî de li ser rêxistinê li Ermenîstanê guhertinên girîng çêbibin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button