PoliticsTop

Serokwezîr li têv hevserokê koma Mînskê ya OSCE ya Amerîkayê mijarên girêdayî kêşeya Artsaxê gotûbêj kir

Serokwezîr Nîkol Paşînyan pêşwaziya hevserokê Koma Mînskê ya OSCE ya Amerîkayê , şêwirmendê payebilind ê muzakereyên Kafkasyayê Phîlîp Rîcker kir.

Serokwezîr pêşwazî li serdana wî ya bo herêmê kir û rola Amerîka wek hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE bilind nirxand.

Di hevdîtinê de mijarên girêdayî pirsgirêka Qerebaxê, di nav wan de avakirina mekanîzmayeke navneteweyî ya gotûbêjan di navbera Stepanakert û Bakûyê de hatin gotûbêjkirin.

Li ser sererastkirina peywendiyên Ermenîstan û Azerbaycanê, îstiqrara herêmê û mijarên din ên bi ewlehiyê ve hatin xverdan.

Alî her wiha li ser mijarên hevkariyê yên di çarçoveya diyaloga stratejîk a Ermenî-Amerîkî de xeverdan. Piştgiriya domdar a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di pêkanîna bi bandor a reformên demokratîk li Ermenîstanê hate destnîşankirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button