All NewsTop

Civîna Brûsêlê dê çêbibe, Azerbaycan nikare raya Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê paşguh bike: Armên Hovhannîsyan

Li gor şirovekarê siyasî Armên Hovhannîsyan, civîna serokên Ermenistan û Azerbaycanê ku gere 7ê Kanûna pêşin da li Brûsêlê pêk  bhata wê pêk werê. Di hevpeyvînekê de ligel Factor TV, Hovhannîsyan nêrîna xwe tîne ziman, ku dibe roj bê ghartinê lê bi her awayî hevdîtin dê pêk wê were.

Roja din Îlham Alîêv ragihandibû, civîna ku biryare 7ê Kanûna pêşin li Brûsêlê were lidarxistin, nayê lidarxistin, ji ber ku li gorî Bakûyê, Serokwezîrê Ermenîstanê mijara beşdarbûna mecbûrî ya Serokomarê Fransayê Êmmanûêl Macron di wê çalakiyê de tîne rojevê.

Serokomarê Azerbaycanê got: “Ev tê wê wateyê ku hevdîtin pêk nayê.” Di bersiva vê daxûyaniyê de, wezîrê karên derve yê Ermenistanê duh got ku di civîna çaralî ya ku li Pahayê hat lidarxistin de, li ser civîna bê lihevkirinek hat kirin û aliyê ermenî li ser wê rêkeftinê berdewam e.

“Azerbaycanê ji bo hevdîtina bê qebûl kiriye. Ji bo hevdîtina Ermenîstan û Azerbeycanê zextek heye. Formata çaralî Amerîka bi tevahî têr dike, ev jî nîşan dide ku li pişt civînên çaralî ew partiya pêncemîn e.” Armên Hovhannîsyan di wê baweriyê de ye ku Azerbaycan nikare guh nede raya Amerîka û Yekîtiya Ewropayê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button