
Fîlma derhêner Maîkêl Gûrjîn “The American” di bernameya pêşbirkê ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Salêrno ya Îtalyayê de cihî digire.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Navenda Fîlman a Neteweyî ya Ermenîstanê da zanîn ku pêşandana fîlma ku bi fînansa dewletê hatiye kişandin, wê di 1ê Kanûnê de bê lidarxistin.
Fîlm behsa çîroka Çarlî, ciwanê ermenî dike ku bi awayekî mucîzeyî ji Qirkirina Ermeniyan rizgar bûye û koçî Amerîkayê kiriye û mixabin endamên malbata wî bûne qurbaniyên vî sûcî. Çîrok di sala 1947an de dest pê dike dema ku Çarlî, vedigere Ermenistanê û bi rastîya dijwar a komunîzma Sovyetê re rû bi rû dimîne.
Derhêner û senarîst Michael A. Gurjyan, kameraman Gasêm Êbragîmyan. Lîstikvan: Hovîk Kêûçkêiîan, Mîkhaîl Trûxhîn, Nêlly Ûvarova, Jêan-Pîêrê Nşanyan. Prodûcer: Arman Nşanyan, Saûl Trîon, Patrîk Malxasyan, Anî Vorskanyan, şirketa hilberînê: People Of Ar Productions.