PoliticsTop

Di danûstandinên bi Serokê Federasyona Rûsyayê re, me sînyalên erênî standin: serokwezîr

Di rûniştina hikûmetê ya 24ê Çiriya Paşîn de serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan got ku di danûstandinên bi Serokê Rûsyayê re sînyalên erênî standin.

“Me hin îşaret standin an jî agahî standin , ev tê wê wateyê ku dibe ku îhtîmalek girîng û cidî hebe, ku em vegerin û dest bi sererastkirina rêya hesinî bikin. Li ser rêya hesinî,ku Horadiz-Mexrî-Ordûbat-Sadarak-Yerasxê ye.

Lê ez dîsa dibêjim, ezmûna tal a berê li ber çavan digirim, naha tenê dixwazim agahiyê parve bikim, lê bibêjim ku ev hemî hîn jî pêdivî ye ku were piştrast kirin û tomarkirin. Lê ya baş ew e ku em ê nebin pirsgirêka derfetên darayî”: wî got.

Paşînyan bi bîr xist, ku rûniştina asayî ya Konseya Ewlehiya Kolektîf a RPEK de, ku li Êrîvanê hat derbaskirin, Ermenîstanê îmzakirina belgeyên “Deklarasyona Konseya Ewlekariya Kolektîf û tedbîrên hevpar ên ji bo dayîna alîkariyê ji Komara Ermenistanê re” red kir.

“Di vê gavê de, ez difikirim ku pêşnûmeya , ku ji bo îmzakirinê hatî pêşkêş kirin, bi têra xwe bi dawî nebûye û bi vî rengî, bi hemû hurmeta min ve, ez ne ji bo îmzekirina van belgeyan amade me.” serokwezîr got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button