
Demekê Ermenîstanê pêşniyar kiribû ku monîtorînga sînorê Ermenistan-Azerbaycanê bişîne Rûsyayê. Serokwezîr Nîkol Paşînyan li ser vê yekê di hevpeyvîna xwe ya bi Televîzyona Giştî re gotîe.
Wî ragihand ku pêwîst e leşkerê bêçek li ser sînor bê avakirin. Em behsa vekişîna dualî ya leşkeran û avakirina herêmeke bêçekkirinê ya 3 kîlometreyî dikin.
Em dibêjin ger sînor ji hev bên naskirin, wê demê leşkerên Azerbaycanê li nêzî Verîn Şorzha, li nêzî Jermûkê, li başûrê Gola Reş û hwd çi dikin. Ji ber vê yekê em pêşniyar dikin ku bi hev re leşkeran vekişînin û li şûna wê kontrolê bidin parêzvanên sînorê Ermenistan û Azerbaycanê”. Paşînyangotîe
Li gorî serokwezîr, mekanîzmaya monîtorîgê jî pir girîng e, ku dê bikaribe çavdêriya cîbicîkirina rêkeftinan bike. Di vê çarçoveyê de Paşînyan anî ziman ku ji destpêkê de Erîvanê pêşniyar kiriye ku monîtorîng ji bo aliyê Rûsyayê were kirinê, Azerbaycan razî nebû, niha Ermenistan pêşniyar dike ku mekanîzmaya monîtorîngê were kirinê ji Rûsyayê re yan jî ji bo Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf yan jî ji bo Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî li Ewropayê , yan ji Yekîtiya Ewropayê yan jî Neteweyên Yekbûyî ra. Di her rewşê de, li gorî wî garantorên aştiyê hewce ne û divê ev garantor hêzên xwedî kar bin.