
Stran û vîdyoya Narê Xazaryan a ku Ermenîstanê di “Evrovîsîon zaroka 2022” de temsîl dike, hat pêşandan. “Dans!” muzîka strana pêşbirkê ji aliyê Grîgor Kyokçyan û Nîk Êgîbyan ve hatiye nivîsandin, nivîskarê gotinê jî Grîgor Kyokçyan e. Derhênerê videoklîpê Aramaîs Hayrapêtyan e.
Çalakiya herî li bendê ya salê wê 11’ê Kanûnê saet di 19:00 de li kompleksa konserên werzişê ya bi navê Karên Dêmîrcyan pêk were.