All NewsTop

Hazim Tehsîn Beg serdana Goristana Şehîdên Berxwedana Şengalê kir

Mîrê Êzdiyan Hazim Tehsîn Beg ku ji duh ve li Şengalê ye serdana Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a gerîlayên HPG’ê, YJA Star, şervanên YBŞ û YJŞ’ê kir ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ de şehîd bûne. Mîr ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ ve hate pêşwazîkirin û daxwaz ji Mîr Hazim hate kirin rê li ber êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê were girtin

Piştî wefata Mîr Tehsîn Beg, kurê wî Hazim wek mîrê Êzdiyan li Cîhan û Iraqê hate hilbijartin cara yekemîn serdana Şengalê kir. Mîr Hazim Tehsîn Beg duh serdana gundê Koço kir û îro jî di dema vegera xwe ya li Şengalê de serdana Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a şehîdên berxwedana Şengalê ya ji aliyê gerîlayên HPG’ê, YJA Star, şevanên YBŞ û YJŞ’ê ve kir.

Hazim Tehsîdn Beg ji aliyê Rêveberiya Xwesera Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ) ve hate pêşwazîkirin.

Mîrê Êzdiyan di nava goristanê geriya û li ser gora Mam Zekî Şengalî axivî û diyar kir her kesê di ber Şengalê de jiyana xwe ji destdane ku ji kûderê be bi bîr tînim û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin û got: “Em ji gelê xwe re soz didin ku bê cudahî di berjewendiya Êzdiyan de kar bikin û tişta bikeve ser milê me em ê pêk bînîn.”

Di dema pêşwazîkirinê de endamên TAJÊ û dayikên şehîda daxwaz ji mîr kirin ku rê li ber êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Şengal bên girtin û mîr bi erka xwe rabe.

Piştre li goristanê, Mîrê Êzdiyan bi Rêveberiya Xweser re civiya û daxwazên wan guhdar kirin.

Li ser navê Rêveberiya Xweser, Hevseroka Meclisa Xweser a Şengalê Xezal Reşo, Berpirsê Têkiliyan a Rêveberiya Xweser Azad Hisên û Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm axivîn û daxwazên xwe pêşkêş kirin.

Di serî de ji mîr hate xwestin ku nekeve di bin bandora aliyên siyasî û jê hate xwestin tevahiya aliyên siyasî bike xizmeta Êzdiyan, ne ku Êzdiyatiyê li gor berjewedniyên siyasî bikar bîne.

Rêvberiya xweser daxwazên Êzdiyan û xelkê Şengalê wiha pêşkêşî kirin.

“Ji dema fermana li ser Şengalê ve em li Şengalê li ber xwe didin û heta niha şehîdan didin. Rojane pêşengên Êzdiyan ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedefgirtin û şehîd dikevin. Em daxwazn dikin rê liber van êrişan bê girtin.

Ji ber zextên aliyên siyasî destê me ji cihê me yê herî pîroz hatiye qutkirin û rê nayê dayîn serdana Laleşê bikin.

Aliyên siyasî gotina ku hun PKK’î ne ji me re bikartînin, ev nakeve xizmeta Êzdiyan. Em heta dawî spasdarên PKK’ê ne ku di dema fermanê de hewara me hatin û li ber me de şehîd dan. Lê PKK ji Şengalê derketiye û tenê şehîdên xwe emanetî me kirine.”

Onun wiha ji Mîr Hazim Tehsîn Beg nefret xwestin ku kar ji bo yekîtiya Êzdiyan kirindi. Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew wek Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo xizmeta Êzdîxanê çi bikev ser milê wan ewê bikin.

Piştre Mîr Hazim Tehsîn Beg berê xwe da Sinûnê û wê gera xwe ya li Şengalê dewam bike.

ROJNEWS-ŞENGAL

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button