Temê h’etanî xilazîya salê morkirina þertne’ma e’dlayêye t’ev Adrbêcanê we’dê xilazîyêyî dengnekirîye, temê herdö alîyayî heman heye. Çawa “Armênprês” e’lamdike, CM-da wexta qisa leze t’ev r’ojne’mevana derheqa vê yekêda Alên Sîmonyanê sedrê CM got, bi dayîna cava pirsê, k’a gelo h’etanî xilazîya salê þertne’me t’ev Adrbêcanê wê bê morkirinê.
“Ew we’dê t’erekî ker’-lale, herdö alî jî, dikarin bêjin, wêva girêdayî xwestina wan heye. Ez jî dixwezim, wekî em bi îht’îmalî þertne’ma e’dlayî lez morkin. Ez dîsa diwek’ilînim, 29 h’ezar 800km/2 t’opraxa CE seva me t’ö wexta nikare bive pirsa e’ne’nekirinê. Û þertne’ma e’dlayîê, bi fitra min, gere bi îht’îmalî zû bê morkirinê”,- Sîomonyan got.
Pêr’a jî, sedrê CM binxetkir, wekî ij t’opraxa CE-ye bi ort’emiletî naskirî e’skerê adrbêcanî gere hangava bêne derxistinê.
“Me derheqa wê yekêda wexta t’emamîya r’asthatinê xweye ort’emiletîyê gotîye”,- Sîmonyan binxetkir, bi serdazêdekirina, wekî h’alekî dinda pêþdaçûyînê nayne ber ç’e’va.